Nivîskarê vê kitêbê Mehmet Feti Ceylan ji gundê Melasorikê yê li ser Baskêla Xarpêtê (Elazîz) ye. Nivîskar behsa jiyana salên berê ya herêma xwe, bi taybetî jî behsa zaroktiya xwe ya gund kiriye. Di bin sernavên Serê Salê, Radyoya Kurmancî, Kullepotik (Bûka Şemê), Keçikxwestin, Bêder, Patoz, Dewkêyandin, Lembeya Xazê, Kelandina Bilxur û Çûyîna Êş û gelek tiştên din jî mijarên vê xebatê ne. Nivîskar dema behsa van mijaran kiriye gelek bêjeyên herêmî jî bi kar anîne.
Ew çanda ku nivîskar behsa wê dike îro di nava xelkê de çiqas maye? Nivîskar bersiva vê pirsê û sedemê nivîsandina vê kitêbê weha gotiye: “Bi xemgînî û dilkeserî, ger em rastiyê bêjin, ev nirx û eymetên çandî ku me serqelem kiriye, îro ji sedî heyştiyê xwe najîn û ji holê rabûne. Vaye, herçend li ber xwe nedin jî, ji bo em ji nifşên pêşeroj re mîrateyekî bihêlin, me pêdivî li vê xebatê dît ku bi awayekî pirtûkî, wê bibe pira navbera me û dahatûya me.”

Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
---|---|---|
Tek Çekim | 72,00 | 72,00 |